1. Hezkerê kul û êşa, dert û dila derî veke rênasê min.* Em ji bîr nakîn: ''Herkes bi kasî êşa xwe dijî.'' Rênas Jiyan: Bi helbeskarê kurd yê nifşê nû ye. Pirtûkên wî: Janya, Ji şevê re, Di tuweletêde û Çirûskîzm e. Pilozofê kurda ye. |
|
09.07.2013 04:14 |
sîyajan_56
|
2. nivîskarê hêja yê kurd di 1974an de li qosera mêrdînê hatiye dinê. di nava gelekî tevgerên wêjeyî de cî girtiye, di gelek cureyên wêjeyê de weke helbest, şano, felsefe, cerebe, rexne berhem dane. bi tarza xwe ya ji wêjeya gelêrî ya kurd cuda nûbuneke giring bi xwe re aniye ji xwe ji ber vê nûbunê bi navê çiruskê herkekê daye destpêkirin. ji xeynî berhemên xwe yên janya, di tuwaletê de, çiruskîzm û ji şevê re çend têgehên dera hanê kovareke wêjeyî ya bi navê çirusk weşandiye. heman demî de edîtoriya weşanxaneya belkî jî dike. hinek stranên mirov ji nişka ve ji xeman di nava westanê de dihêle, weke ku li ber bayê ketî hema ji hestekê ber bi hestekê ve dibe û ji nişka ve dide xuyakirin ku mirov ji xwe çuye, mest buye weke hebhinarkê ya koma hîvron û kul û kulîlk a jan axîn jî ji pênusa wî rijiyaye ser dilên me. |
|
09.07.2013 11:00 |
azadixwaz
|
3. Çirûskîstê herî mezin |
|
09.07.2013 11:58 |
tirsikhez
|
4. yek ji berhemdartirîn helbestkar û nivîskarê wêjeya modern ya kurdî û kurmnacî ye.. li gorî min di nav nivîskarên kurd de nivîskarê herî xwende û dixwînê ye.. wek melûmê herkesî ye nivîskarên me yên kurd bi tiralî û bêxîretî û bexiliya xwe tên nasîn û behskirin.. heta cihê henek û qerfan e ku li gelek civatan tê gotin ku nivîskarên kurd heta berhemekî dixwînin du berheman dinivîsin.. ji xwe ji ber vê nexwendevaniya xwe û neşopandina nivîsên din ên nivîskarên cîhanî hema bêje piraniya nivîskarên kurd ên li bakurê kurdistanê di berhemên xwe de xwe dubare dikin.. axirê rênasekem ne yek ji van nivîskaran e.. hema bêje ji her beş û şaxeka wêjeyê yên wekê şano, helbest, ceribîn, gotar berhemên berkeftî û serkeftî dane.. |
|
12.07.2013 15:49 |
endazer
|
5. dengê min diêşe * |
|
15.07.2013 23:48 |
rohat_rosî
|
6. Li min vegere kûlê.! |
|
19.07.2013 17:01 |
sîyajan_56
|
7. çirûkîst, ji qosera mêrdînê ye. her çiqas mamoste be jî, helbestvanekî hêja ye -ku ez wî bi zimanê xwe dixwîm ez xwe bişens dibînim- ku di nav kurda weke fenomenekî tê qebûl kirin, xweşbêj e. direktorê kovara çirûsk ê ye û edîtorê weşanxaneya belkî yê ye. li amedê dijî |
|
19.07.2013 09:35 |
seydayê_peyvan
|
8. Bi qurana ku bavê min xwendî, Rênas Jiyan çirûskizm ava kir, lê ez nizanim bê çima. Ev çend salin difikirim lê nizanim bê çiye. Jixwe Janya jî xwe ne kuşt. Rênas jî ha ha felsefeya çirûskist kûr dike.. |
|
19.07.2013 18:44 |
rojan
|
9. Di warê helbestê de bi têr û sertêra xwe heye. "Janya" pirtûka wî ya herî navdar e. "Mexzena Xwînê" ber û awayê helbestê daye ciyekî din. ji 2003'an û bi vir ve pirtûka helbestan çap nekiriye. Rewşenbîrekî Kurd e. Di warê ramangeriyê de xebatên wî hene. Di warê kar û baran de ciddî ye û karê xwe baş dike. |
|
19.07.2013 21:43 |
rojgar
|
10. Rênas Jiyan |
|
02.08.2013 00:50 |
newenda
|
11. Di wêjeya kurdan ya nûjen de navekî gelekî girîng e.Helbestên wî gelek jê bûne stran jî.Ya meriv jê têr nabe yek jî ya koma hîvron dibêje strana ''hebhinarkê'' ye. |
|
05.08.2013 10:42 |
waweylê
|
12. şêr lawê şêran e....nivîskarên têkçûyî jê hez nakin.... |
|
05.08.2013 21:36 |
rojgar
|
13. helbestvanekî hêja ye. |
|
05.08.2013 23:22 |
gulan
|
14. ew ê ku dibêje heta hûn nekujin hûn nikarin aj bidin. |
|
27.08.2013 11:48 |
kelha bayê
|
15. bi xwedê te xew li mirovên şellaf û bindest herimandiye |
|
14.09.2013 00:36 |
jara eş
|
16. di pirtûka xwe ya diêşiya de ji bo aşitîyê dibêje : |
|
20.09.2013 23:52 |
endazer
|
17. çirûsk û birûskê me... * |
|
28.09.2013 21:58 |
hozanagirîn
|
18. ''Wê li wir por sipî kir, min li vir jiyan'' |
|
23.10.2013 14:26 |
tujela
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |